Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Ebdulkerîm El-Umer ji aliyê sedan şêniyên Reqayê ve hate oxirkirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Ebdulkerîm El-Umer dema li ser erka xwe ya leşkerê bû şehîd bibû.
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Jinan a Reqayê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn balkişandin li ser fedekariya şehîdan ya di parastina ewlekariya herêmê ji çeteyan.
Cenazeyê şehîd Emar di nava slogan û tilîliyên dayîkan de hate oxirkirin.