Zarokekê ji birçînan jiyana xwe ji dest da

Di demekê de, dewleta Tirk a dagirker bajarên Sûrî dagir dike, her tiştên wan talan û wêran dike û xêr û bêra axa wan didize û derbasî nava axa welatê xwe dike, dibe sedema birçîbûna zarokan û mirina wan.
Zarokeke Idlibî ku ji Seraqib e temenê wê tenê çend meh in ji birçîna jiyana xwe ji dest da û li gorî malpera çalkvanên Efrînê ev bûyer li Efrînê pêk hatiye.

Yek ji çeteyên Dewleta Tirk dîmenek li ser malperên civakî belav kiriye û tê de dibêje ku zaroka di destê wî de, ji birçîna û ji ber malbata wê nikarîbû xwarinê peyda bike jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî heman kesî, wî ew aniye cem xwe ji ber temenê kefin û kolandina gorê li cem malbata wê tune ye.

Li gorî agahiyan ku rêxistinên li Efrînê û çeteyan bi xwe jî, gefa kuştinê li vî çeteyî xwarine çima ev dîmen belav kiriye.

Back to top button