Artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe gundên Minbicê topbaran kirin.
Artêşa dewleta Tirk ên li gundê Humat El-Kerad bi cih bûne, şevê din gundên Ereb Hesen û Toxan ên bakur-rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Ti agahiyên derbarê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.
Duh jî gundên Mişêrfa, Cehbel, Mielek û rêya M4 ji aliyê heman artêşê hatin topbarankirin.