Jinên Efrîn û Şehba li dijî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan

Li dijî kiryarên hov ên ku li Efrîna dagirkirî rojane rû didin, bertek zêde dibin. Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra STAR li Şehbayê bi meşeke girseyî destdirêjiya li her 2 zarokên li Efrînê şermezar kir. Jinan di meşê de bang li aliyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe rabin û rê li van sûcan bigrin.

Li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybet ên li dijî jin û zarokan meşeke li Şehbayê hate lidarxistin.

Meş ji pêş meclisa navçya Fafînê dest pê kir û li qada dibistana ajokariyê rawestiya.

Beşdaran pankartên “Na ji sûcên tecawizkirinê re” û “Na ji qetilkirina zarokatiyê re” hildan.

Li qada dibistanê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Zên Henan axivî û destdirêjiya li zarokên Efrînê şermezar kir û got: “Sûcê destdirêjiya li zarokên Efrînê zihniyeta xwe ji faşîzmê digre.

Endama rêveber a Kongra Star Necah Hisên jî axivî û wiha anî ziman: “Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re dewleta Tirk dest bi guhartina demografiya herêmê kir û jin hatin kuştin û revandin.

Necah destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya van sûcên xwe yên hov derbe li tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî dide.

Necah Hisên dawiyê bang li rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û rêxistinên jinan kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Back to top button