Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124. de ye

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî têne lidarxistin.
Yek ji çalakiyan ya greva birçîbûnê ye ku 124 roj in ji aliyê girtiyên siyasî ve tê birêvebirin.
Çalakiyeke din jî a Nobeta Edaletê ye ku ji aliyê xizmên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî ve bi biryardarî didome.
Çalakgeran îro careke din banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

10’ê cotmeha 2023’yan li 74 navendên cîhanê, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ hate destpêkirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk de jî di vê çarçoveyê de dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124’an de ye.

Şandeya Almanyayê serdana nobeta edaletê kir

Çalakiyeke din jî ya Nobeta Edaletê ye.

Ev çalakî jî ji aliyê xizmên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî ve li gelek bajaran tê birêvebibin.

Li Amedê Îro Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut ê bi şandeya ji bo hilbijartinê bişopîne ji Almanyayê hatiye, serdana nobetê kirin.

Şande di serdanê de daxwazên xizmên girtiyan guhdar kirin û piştevaniya xwe anî ziman.

Nobeta Edaletê: Heta Rêber Apo azad nebe wê çalakî dewam be

Xizmên girtiyan di nobetê de xwestin zextên ser girtîgehan bi dawî bibin û anîna ziman ku ew ê nobeta xwe bidomînin.

Bi heman awayî li Mêrdîn, Êlih û Stenbolê jî çalakgeran peyama domandina çalakiyê dan û gotin:

“Heta ku tecrîda ser Rêber Apo neyê şikandin û bi awayekî fîzîkî azad nebe wê çalakî dewam bike.”

Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Daxwazên girtiyan pêk bînin

Back to top button