DEM Partî li Wanê bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê li dar xist

DEM Partî li Wanê bi dirûşma ’em ê her 14 şaredariyan bi dest bixin’ bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê li dar xist.
Li wir Hevserokê giştî Tuncer Bakirhan anî ziman tu partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin wê bi ser nekevin.
Di mîtînga li navçeya Kop a Mûşê de jî, Tulay Hatîmogûllari bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqên dengdanê derkevin.
Her wiha li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî hevdîtina gel hebû û hat diyar kirin ev hilbijartin referandûma gelê kurd e.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi dirûşma ’em ê her 14 şaredariyan bi dest bixin’ bi tevlibûna deh hezaran mitînga fînalê li dar xist.

Li qada mîtîngê welatiyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” qêriyan.

Li wir, siyasetmedarên xitabî gel kirin qala grêvên birçîbûnê ya li gîrtîgehan, tecrîda domdar, polîtîkayên şer ên desthilatê û xerabiya qeyûman kirin.

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî ku amede bû, bal kişande li ser pirsgirêka Kurd û navnîşana çareseriyê.

“Tu partiyên ku pirsgirêka Kurd çareser nekin wê bi ser nekevin”

Tuncer Bakirhan diyar kir tu partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin wê bi ser nekevin û ev tişt anî ziman:

“Me gelek serokkomar û serokwezîr dît ku pirsgirêka Kurd çareser nekirin. Çi bû ji wan? Ji hev ketin, qediyan, têk çûn

Heta ku hûn bi vî rengî nêzî meseleya Kurd bibin, destpêkê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de di her hilbijartinê de hûn ê têk biçin, biqedin

Tuncer Bakirhan: Birêz Abdullah Ocalan muxatabê meseleya Kurd e

Bakirhan bi bîr xist di Newrozê de gel ji bo çareseriyê navnîşan Îmrali nîşan da û got:

“Birêz Abdullah Ocalan muxatabê meseleya kurd e.'”

Li navçeya Kop a Mûşê bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari mîtîngek li dar ket

Di heman çarçoveyê de li navçeya Kop a Mûşê jî bi beşdariya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari mîtîngek li dar ket.

Tulay Hatîmogûllari ewil li bajarokê Lîzê hate pêşwazîkirin û bi konvoyek ji wesayitan kete nava navçeyê.

Piştre li ber buroya hilbijartinê ya partiya xwe Tulay Hatîmogûllari ji gel re axivî.

Tulay Hatîmogûllari: Em teqez xwedî li sindoqên dengan derkevin

Tulay Hatîmogûllari bal kişande li ser coşa welatiyan û destnîşan kir ku ev coşa serketina 31’ê Adarê ye.

Hevseroka Giştî dawî bang li ciwanan kir ku xwedî li sindoqên dengdanê derkevin.

Hevdîtina li Agiriyê: Ev hilbijartin referandûma gelê Kurd e

Her wiha li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî hevdîtina gel hebû.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê yên Giyadînê tev li bûn.

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ev hilbijartin referandûma gelê kurd e û banga dengdayînê li her kesî kir.

DEM Partî wê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne

Back to top button