Di Adarê de 35 kes li Efrîna dagirkirî hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê di nava 27 rojana de 35 şênî li Efrînê revandin.
Rojane dewleta Tirk van kirina li Efrîna dagirkerî dike .
Bi guman ev yek jî ji bo tevahî xelkên resen bide koçberkirin .

18’ê Adara 2018’an..

Ji wê rojê heta îro, Talankirin, wêrankirin, kuştin, revandin û guhertina Demografiyê li Efrînê didome..

Hingî , tenî di nava 27 rojan de li Efrîna dagirkirî 35 şênî hatin revandin .

Ajansa Anha’yê dem, cih û navên şêniyên ku hatine revandin parve kirin , li gor wê :

1’ê Adarê çeteyên Artêşa Nîştimanî yên dewleta Tirk li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê 3 şêniyên bi navên;

Ziyad Şeref (49), Ebdurehman Şeref (62) û Salan Dilo (58) revandin.

Her wiha çeteyan şêniyê bi navê Kamîran Dîbor Seydo (44) ji navçeya Cindirêsê revand.

2 û 3’yê Adarê çeteyan li navçeya Mabetayê bi ser malan de girt û bi awayekî bê ser û ber lêgerî di malan de çêkirin.

Di vê serdegirtinê de gelek kes revandin. Navên wan wiha ne:

Rozelîn Kemal Murad û hevjînê wê Fethî Ebdulhenan Mihemed (70) û kurê wan Şêrzad Fethî Mihemed.

Her wekî Omer Reşo (43), Nîhad Hesen (37), Ziyad Reşîd Mihemed (48) li navçeya Cindirêsê ,

Ferhad Henîf ê ji gundê Qenterê, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Hemkê Hisên û Mihemed Ridwan Mistefa revandin.

Her wiha Şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm Henan (48) li gundê Badîna yê navçeya Recoyê,

Şêniyê bi navê Rêzan Şêx Mihemed (36) 7`ê Adarê ber bi cihekî ne diyar ve hat revandin.

8`ê Adarê çeteyên Firqeya Nehan zêdetirî 13 şêniyan revandin.

19`ê Adarê jî şêniyê bi navê Mihemed Îsmaîl (41) hat revandin .

Piştî wê şêniyê bi navê Mistefa Reşîd ê ji gundê Til Tawîlê û ciwanê bi navê Hisên El Nesîrî (22) yê ji navçeya Cindirêsê revandin.

23`yê Adarê şêniyê bi navê Mihemed Hesen Hesen ê ji navçeya Şêrawayê ya Efrînê revand.

26`ê û 27 Adarê şêniyê bi navê Şêx Îsmaîl (55), Farûq Mihemed Cemîl Şêxo (49) ber bi cihekî ne diyar ve birin .

Efrîn ji roja hatî dagirkirin û heta niha ji xirakirin û guhertina demograviya wê, bi sedan kes hatine kuştin û bi sedan hatine revandin.

Efrîn-Çeteyên dewteta Tirk du welatî revandin

Back to top button