159 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Li ser revandina Silêman Ehmed 159 roj derbas bûn.
Heta niha derheqê Rojnamevan Silêman Ehmed de agahî nayê girtin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman, asayîşa PDK’ê bi daxuyniyek ne rast eşkere gefa cezakirinê li wî kir.

Her wiha parêzerê wî destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rastin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK’ê kir ku demildest wî serbest berdin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 158 rojin agahî nayê girtin

Back to top button