Pirsporê kar û barên terorê Mistefa Emîn: DAIŞ’ê dest bi stratejiyeke nû kiriye

Pisporê kar û barên terorê yê ji Misirê Mistefa Emîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ dixwazin bi hêz vegerin, ji ber wê êrişeke wisa mezin li Moskovê kir û îsbat kir ku dikare endamên din bi xwe ve girê bide û êrişên xwe berfirehtir bike.
Mistefa Emîn hişyarî da ku li gel paşguhkirina civata navneteweyî ihtîmal heye çeteyên DAIŞ êrişan li Ewropayê bikin.

5 sal di ser ragihandina Hêzên QSD’ê ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re di aliyê erdnîgarî ve derbas bûn.

Lê tevahî dîmen diyar dikin ku sûc û tevgerên wê berdewam in.

Çeteyên DAIŞ’ê li gelek herêmên Sûriyê, Iraqê û bajarên cîhanê êrişên dijwar pêk anîn, herî dawî jî êrîşa li Moskovê bû.

Pisporê kar û barên terorê yê ji Misirê Mistefa Emîn derbarê mijarê de axivî.

Mistefa Emîn diyar kir ku piştî aliyê li Moskovê êriş kiriye eşkere bû çeteyên DAIŞ’ê dest bi stratejiyeke nû kirine û got:

“Ew jî jinavbirina artêşan e, mîna ku li Sûriye û Iraqê dike û kontrolkirina bajaran bi awayekî demkî mîna li Lîbyayê û rojavayê Afrîkayê kiriye.”

Pisporê kar û barên terorê hişyarî da ku DAIŞ dê li Ewropayê êrişan bike

Emîn anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê careke din vedigerin qada terorê ya cîhanê û hêza xwe ji nû ve diyar dike û wiha pê de çû:

“Propaganda dike ku ew ji bo tola welatiyên Xezayê û muslimanên li cîhanê ji dewletên rojavayî hilîne, van êrişan dike.

Gelek nîşaneyên girîng ên êrişa Moskovê hene, ew jî vegera çeteyên DAIŞ’ê ye lê vê carê bi hêztir û dikare endamên din û komên din di hundirê dewletên rojavayî de bi xwe ve girê bide.

Her wiha cografiya êrişên xwe firehtir kir, di nav de Rûsya heye, ev tê wê wateyê ku çeteyên DAIŞ’ê berê xwe daye dewletên din.”

Pisporê kar û barên terorê Mistefa Emîn anî ziman ku dê êrişên din ên çeteyên DAIŞ’ê hebin ji bo ku bala komên din ji gelek dewletan, di serî de Ewropayê, bikişîne û wiha domand:

“Divê cîhan baldar be û divê stratejiya sekna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê biguhere.

DAIŞ berfirehtir bûye û êdî sekneke cîhanî ya giştî pêwîst dike ji bo ku ji holê bê rakirin.”

Back to top button