Mesud Ebdulxaliq: Bi azadbûna Ocalan wê pirsgirêk jî çareser bibin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike.
Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq derbarê tecrîdê de axivî û got:
“Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê, encex bi Abdullah Ocalan çareser dibe, ji bo aştî pêkwere, pêwîstiya Tirkiyê bi Ocalan heye.”

Mesud Ebdulxaliq diyar kir ku dewleta Tirk hem li dijî Gelê Kurd, hem jî dijî mafên Kurdan e û got:

“Hewldanên Ocalan yên ji bo aştiyê, di girtîgehê de jî dewam dikin.

Dewleta Tirk mafê rêberek, fîlozof û nivîskarek mezin yê cîhanê ê weke Abdullah Ocalan binpê dike.

Ji bo çareseriyê, pêwîstiya dewleta Tirk bi kesayetek weke Ocalan heye, ji bo vê pêwîste Ocalan azad bibe da ku li Tirkiyê aştî pêkwere.”

Ebdulxaliq anî ziman ku yên ku dijî Gelê Kurd şer hilbijartine hertim binketine û dawî li wan hatiye, ji bo vê wê çarenûsa dewleta Tirk jî wiha be û wiha anî ziman:

“Divê Ocalan ji girtîgehê derkeve da ku aştî jî pêkwere.

Divê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin yek, dijî tecrîdê jî xwedî helwest bin.”

Zekî Gul: Di warê tibî de ne raste ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin

Back to top button