Hevdîtinên fermî ji bo koalîsyona SPD, Keskan û FDP destpê dikin

Pişti hibijartina 26’ê Îlonê, li Almanyayê, pêvajoya avakirina hukûmetê destpê dike.
Ev yek piştî wê yekê diyar bû ku Partikya Keskan û Demokratên Azad bi erênî bersiv dan daxwaza avakirina koalîsyonê.

Li Almanyayê, piştî Keskan, Partiya Lîberal a Demokratên Azad FDP jî helwesta erênî nîşanî hukûmeta koalîsyonê da.

Bi vî awayê ti astengî li pêşiya hukûmeta bi serokatiya Sosyal Demokratan-SPD neman.

Li ser mijarê Serokê FDP Christian Lindner eşkere kir ku desteya rêveber a partiyê bi yek dengî tevlîbûna hevdîtinên hukûmetê erê kirye.

Linder anî ziman ku wan ev biryara ji bo berjewendiyên Almanyayê dane û got;

Pêwîstiya Almanya bi hukûmeteke aram heye.

Armanca me ew e ku em di warê civakî û aborî de guhertineke giştî pêk bînin.

Linder diyar kir ku koalîsyona li gel SPD û Keskan wê fersendên baş bi xwe re bîne û got,

Li gorî helwesta partiyan, dibe ku ev tifaq encamên hê baştir bixwe re bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 26’ê Îlonê li Almanyayê hilbijartinên Meclisa Federal pêk hatin.

Piştî 16 salan, Partiya Sosyal Demokrat bi ferqeke kêm da pêş Yekîtiya Xirsitiyanan û bû hêza yekemîn.

Back to top button