Li Kerkûkê û Germiyanê komploya navnetewî hat şermezarkirin

Li Kerkûk û Germiyanê meşên girseyî li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hatin lidarxistin.

Li Baxçeyê Şehîd Maruf yê li Kerkûkê bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Rêber Ocalane’ çalakiyek hat lidarxistin.

Bi daxuyaniyan komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan hat şermezarkirin.

Daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan ji aliyê Endama komîteyê Dêhat Osman ve hat xwendin.

di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi dirêjahiya 23 salan Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de berxwedaniya herî mezin û dîrokî meşand.

Li navçeya Kelarê bi pêşengtiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan re meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş ji ber Dibistana Şehîd Aram destpêkir heta Parka Leyla Qasim berdewam kir.

Li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan re daxuyaniyek ji aliyê Herêm Mehmud ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û gelê Başûr bi taybet hat kirin ku bi ruheke netewî û demokratîk komplo, dagirkerî, faşîzim û tecrîdê bişkînin.

Back to top button