DYA îdiayên Erdogan yên têkildarî F-16 red kir-HAT NÛKIRIN

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê ji ber aloziyan navhev ketiye, êdî hêza xwe ya xeyalî bikar têne.
Doh jî me nûçeya wê yekê dabû ku Erdogan gotibû,
DYA pêşniyar kiriye ku li cihê F-35’an, balafirên F-16’an bide.
Lê tiştek wisna tineye.
Wezareta Karên Derve yê DYA ragihand ku, wan ti pêşniyarek ji bo F-16’an ji bo wan nekiriye.

Di navbera Waşîngton û Enqerê de aloziya F-16’an xwe daye der.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price, têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de bersiva pirsan da.

Price diyar kir ku welatê wî ti pêşniyar ji bo Tirkiyê nekiriye ku li cihê F-35’an, F-16’an bide.

Erdogan hefteya derbasbûyî anîbû ziman ku wan ji bo kirîna balefirên F-35, milayrek û 400 milyon dolar dane.

Yan balefir, yan jî wê perê xwe bigrin.

Erdogan ev gotin, beriya serdana xwe ya li Afrîka despê bike di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû, Waşîngtonê pêşniyar kiriye ku li cihê F-35’an F-16’an bidin wan.

Price: Me ti pêşniyar ji bo F-16’an nekiriye

Berdevkê Wezareta karên Derve yê DYA Price ev yek red kir.

Price ku raste rast bersiva gotinên Serokomarê Tirkiye Erdogan nedayî wiha got:

Wezareta Parastinê ji bo mijara F-35’an li gel Tirkiyê di nava danûstandinan de ye. Rêveberên Tirkiye, ji bo kirîna F-16’an ev yek bi rêya çapemeniyê jî anîn ziman. Dikarim bêjim ku DYA ji bo daxwazên F-16 yên Tirkiyê tu fînanse nekiriye.

Erdogan, pêşniyarek DYA ya wisan hate kirin

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan têkildarî nûçeyên ku dibêjin Tirkiye wê 40, F-16 ji DYA bikire daxuyaniyek da.

Erdogan beriya serdana xwe ya Angolayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan yê bersiva pirsên rojnamevanan ji kaxezê dixwend wiha got;

“Ev mijar bi mijara F-35 ve girêdayî ye. Ji bo F-35’an mîlyarek û 400 mîlyon dolar pere heye. Li hember van pereyan, DYA pêşniyarek wisa kir.”

Waşîngtonê ji ber kirîna Enqerê ya sîstema parastina esmanî S-400 a Rûsya, Tirkiyê agahdar kir ku ew ji bernameya hilberandina F-35 dûrxistiye.

Rêveberê Karûbarên Federal a Hevkariya Teknîkî-Leşkerî ya Rûsyayê Dmitry Shugaev ديمتري شوغاييف di demeke berê de ragihand ku eger Enqere biryara kirîna balafirên Rûsyayê bistîne, Rûsya amade ye ku danûstandinan bike.

Back to top button