Leşkerên Tirk û çeteyên wê goristana şervanên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şewitandin

Heman kiryarên ku çeteyên dewleta tirk li Efrînê li dijî goristanan pêk di anî vê carê li Lîbya jî heman tiştî dike.

Ev du roj in Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihandiye ku ew ji bo bangên navdewletî û ragihandina agirbestê ji Terablusa paytext xwe vekişandine.

Piştî vê vekişînê, çeteyên deweleta Tirk ku jimara wan bi hezaran in kiryarên xwe yên ku li Efrînê û herêmên surî ku dagirkirine, vê carê li paytext Terablusê dubare dike.

Hat zanîn ku leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê goristana şervanên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya li bajarê Terhûnayê şewitandin.

Her wiha çeteyan hin cenazeyên li goristanê ji tirbê derxistin û pê lîstin.

Çeteyan bi vê jî nesekinîn, her wiha agir bi zeytûnên li herêmê jî xistin.

Tê zanîn ku zeytûnên li herêma Terhûnayê ji cûreya zeytûnên spî ne ku li tevahiya cîhanê kêm peyda dibe.

Back to top button