Hêzên Somalî 27 çeteyên tevgera Şebab kuştin

Hêzên Taybet ên Somaliyayê, di operasyoneke ewlekariyê ya li bajarê Kismayo ya li parêzgeha Coba de, di nav de 2 serçete, 13 çeteyên tevgera Şebab kuştin.

Li gorî berpirsekî leşkerî yê Somaliyayî, hêzên wan baregeh û navendên çeteyan li wê herêmê bi temamî rûxandin.

Di heman çarçoveyê de, artêşa Somaliyayê êrîşeke tevgera Şebab li ser bajarê Bil’ed li başûrê welêt şikand û 14 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di nava kuştiyan de, berpirsyarê leşkerî yê tevgerê yê herêma Şibêlî jî heye.

Tevgera Şebab sala 2004’an hat avakirin û ji sala 2007’an ve dest bi êrîşan li Somaliyayê kiriye ku di encamê de heta niha bi hezaran kes bûne qurban.

Back to top button