“Em ê destûr nedin ku vîna gelê Şirnexê were xespkirin”

Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir anî ziman ku ew ê destûr nedin faşîzma AKP û MHP’a ku dixwaze bi veguhestina dora 10 hezaran dengên îradeya gelê Şirnexê xesp bike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji bo encamê hilbijartinê daxuyaniya çapemeniyê da.

Keskîn Bayindir derbarê diziya dewleta tirk a dagirker li Şirnexê diyar kir ku li bajêr hemû deng nehatine hejmartin û wiha got:

“Bi ser 10 hezaran leşker û polîsn veguhestin Şirnexê. Li dijî vê gel li ber xwe da û vîna xwe danî holê.

Şaredariya Şirnexê vîna gelê Şirnexê û vîna DEM Partiyê ye.

Divê li dijî evqas bêhiqûqiyan tu partî, saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqê bêdeng nemînin.”

Keskîn Bayindir anî ziman ku ewê destûn nedin ku vîna gelê şirnexê were xespkirin.

Bayindir bang li kesên li cem AKP’ê û MHP’ê cih digirin kir û got:

“Heke şeref û xîreta we hebe hûn rêzê ji vîna gelê Şirnexê re bigirin vê bêrûmetiyê qebûl nekin.

Hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê

Back to top button