Çeteyên DAIŞ’ê 8 leşkerên Şamê kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê ragihandin ku li Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê kemîn danî ber leşkerên hikûmeta Şamê û piştre 8 ji wan kuştine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê-SOHR ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê, yek jê efser 8 leşkerên Firqeya 11’an a hêzên hikumeta Şamê kuştin.

Li gorî SOHR’ê leşkerên Şamê yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin, ji 26’ê Adarê ve li herêma Kebacib dema ji devera Suxne diçûn Dêrazorê agahî ji wan qutbibû.

Li çolistana Hemayê efserekî hêzên ê hikumeta Şamê hat kuştin

Her wiha di pevçûna navbera hêzên hikûmeta Şamê û DAIŞ’ê li rojhilatê Selemiyê yê li çolistana Hemayê de jî efserekî payebilind ê hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR da zanîn ku hejmata kuştiyên di pevçûnên li çolistana Sûriyê de ji destpêka 2024’an ve gihîşt 274’an.

Li Dêra Zorê û Hemayê 3 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin

Back to top button