Em ê Berxwedana Serdemê veguherînin berxwedana tunekirina dagirkeriyê

Bi nêzîkbûna salvegera 3`yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê , Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran li Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Meclisa navçeya Til Rifetê jî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî navçeya Til Rifetê şermezar kir û diyar kirin ku ew ê dest ji xaka xwe bernedin.

Bi nêzîkbûna salvegera 3`yemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û berdewamkirina êrîşên dagirker li ser axa Sûriyê, Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran li Helebê û meclisa Til Rifet ya Şehbayê daxuyaniyên cuda dan.

Yekitiya Demokratîk a Xwendekaran li Helebê, daxuyanî li pêşiya Dibistana Şehîd Qehreman a li taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan xwendekaran, da.

Yekitiyê di daxuyniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk, şermezar kirin.

Hat diyar kirin ku ji bo parastina axa xwe ji êrîşên dagirkeriyê, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê fedakariyên mezin dikin û piştrast kir ku bêdengiya navneteweyî, rê ji êrişên li ser Eyn Isayê vedike.

Yekitiyê bang li ciwanan kir ku tev li refên berxwedanê bibin û soz dan ku ew ê Berxwedana Serdemê veguherînin berxwedana tunekirina dagirkeriyê.

Meclisa Til Rifet: Em xaka xwe bernadin, em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin

Li navçeya Til Rifetê jî, Şênî û endamên komîn û saziyên herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Meclisa navçeyê diyar kir ku ji bo dagirkeriya xwe li herêmê bisepîne, rojane dewleta Tirk sûcan li dijî gelê Sûriyê, pêk tîne.

Hat piştrast kirin ku ew ê xaka xwe bernedin û dê li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin.

Back to top button