Jinên Reqa: Rizgarkirina bajarê Reqa ji bo me jiyaneke nû afirand

6 sal berî niha Hêzên QSD’ê bajarê Reqayê ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê rizgarkirin.
Jinên Reqayê yên ku xizim û zarokên xwe di dema DAIŞ’ê de winda kirine heta niha bi hêviya vegera wan dijîn.
Jinan diyar kirin ku bi rizgarkirina bajar re jiyaneke nû ji wan re hat afrandin.

Bajarê Reqayê ku çend salan şahidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê re kir di 20’ê Cotmehê ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin.

Lê hîna bi sedan kes di destê DAIŞ’ê de ne û aqubeta wan ne diyar e.

Fatima Habib Al-Şeyh ku zarokeke xwe winda kiriye wiha çîroka xwe dibêje:

Kurê min ji malê derket û nema vegeriya.

Ev 7 sal derbas bû, kurê min venegeriya.

Heta îro ez hîs dikim ku kurê min jiyan dike. Heta mirinê ezê li benda wê rojekê vegere bim.

Farah Haled Al-Ali jî dayîka wê Abeer Ali Al-Nahed di 30 saliya xwe de ji aliyê çeteyan ve hate girtin û kuştin. Farah wiha behsa wan rojan kir:

Dayika min gelek caran ji aliyê çeteyan hat girtin û berdan..

Cara dawî ji girtinê hate kuştin.

Rizgariya bajarê Reqa weke welidînek nû bû.

Em ji bê edaletî, tirs û terorê rizgar bûn.

Ez dixwazim DAÎŞ hesabê sûcê kiriye bide.

Yek ji jinan Fayda Al-Alî Abdullah zilma DAÎŞ’ê wiha anî ziman:

“Me jiyan nedikir em weke miriyan bûn.

Bi destpêkirina pêngava rizgariya Reqa re çeteyan dest bi pêla girtinê kirin.

Li pey xwe ne zarok, ciwan, mêr, jin û keç û pîr ne hêlan.

Niha tişta ku ez dixwazim û hemû kesên winda ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin girtin cardin vegerin.

Herî dawî Hadica Al-Hamud jî diyar kir ku kurê wê ji aliyê çeteyan hatiye revandin û ev tişt got:

Qetilkirin û binpêkirin ji bo çeteyan bibû rotînên rojane.

Hêzên Sûriyeya Demoqratîk em ji zilma çeteyan rizgar kirin.

Ev 7 sale ez li benda vegera kurê xwe me.

Back to top button