Mijara sereke ya civîna Akar û Barzaniyan Şengal û PKK’ê bû

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di hevdîtinên xwe yên li gel Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî de, li ser lihevkirina Şengalê û şerê li dijî gelê Kurd û PKK’ê axivîn.

Hulusî Akar li Hewlêrê rêzehevdît digel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê wê Mesrûr Barzanî pêk anî.

Li gorî çapemeniya PDK’ê, di hevdîtina Akar a li gel Barzaniyan de ji bilî peywendiyên Herêm û Tirkiyê, li ser bicihanîna lihevkirina Şengalê rawestiyane.

Çavdêrên siyasî dibînin ku hatina şandeya Tirkiyê ya ji bo Bexda û Hewlêrê, peywendiya xwe bi siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK’ê û gelê Kurd ve heye.

Çavdêr dibêjin, Tirkiye xwe ji bo qonaxekî nû ya li dijî gelê Kurd û amadekirina êrîşên berfireh li ser PKK’ê dike, bi vê mebestê jî dixwaze piştgiriya Iraqê bi dest bixe.

Back to top button