Li Lîbya…2 fermandarên Wîfaqê hatin kuştin

Teqîneke mezin li Lîbyayê pêk hat.. fermandarine payebilind ên hikumeta Wîfaqê hatin kuştin.

Dezgehên ragihandinê diyar kir ku şevê din dereng, teqînekê li embareke cebilxaneyê li akademiya deryayî li Terablusa paytext li nêzî navenda şandeya navdewletî rû da.

Li gorî agahiyan, 2 fermandarên akademiya deryayî yên girêdayî hikumeta Wîfaqê Ehmed Eyûb û Salim Ebû Selah hatin kuştin, jimarek jî birîndar bû.

Teqînê her wiha şewatên ecêb gihand kampa koçberên bajarê Tawirxa ( تاورغاء) ya nêzî akademiyê.

Back to top button