“Dengdana ji bo Partiya Çepên Kesk berpirsyariyeke dîrokî ye”

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel got:
“Divê di şeva 14’ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be.”

Tayîp Temel diyar kir ku li Tirkiyeyê hilbijartineke gelekî krîtîk û dîrokî tê kirin û got:

“Em pê zanin ku di vê hilbijartinê de timî propagandayeke bi vî rengî tê kirin.

Ev gelekî girîng e. Sedsala Tirkiyeyê ye.

Ya rast hem Tifaqa Milet hem jî Tifaqa Cûmhûr di heman çarçoveyê de nirxandinê dikin.

Yanî dibêjin, 2023 sala sedsalî ya Tirkiyeyê…

Em hilbijartinê weke hilbijartina demokratîkkirina komarê dibînin.

Her dengê ku em ê bi kar bînin, wê derfet û firsendê bide hêzên demokratîk.”

Tayîp Temel tekez kir ku bila di şeva 14’ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be.

“AKP-MHP’ê xwest vîna gelê azad bişkîne lê nebû”

Back to top button