Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Semûqa û bendava Şehbayê topbaran kirin.
Di encama kemînekê de jî Rûspiyekî eşîra El-Bikêr li Dêrazorê hate kuştin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro piştî nîvro gundê Semûqa û bendava Şehba yên Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destpêkirina sala nû re topbarana li ser herêma Şehbayê zêde kirin.
Herî dawî, beriya 2 rojan çeteyên dagirker navçeya Til Rifetê topbaran kiribûn.
Rûspiyekî eşîra El-Bikêr li herêma El Ezba hate kuştin
Hisên Şêx El-Cemîl “Ebo Sedam” ê ji bajarê El-Bisêra û yek ji rûspiyê eşîra El-Bikêr, di encama kemînekê li herêma El-Ezba a Dêrazorê hate kuştin.