Bertekên gel yên li dijî êrşên deweleta Tirk ên bi balafir, top û hawnan û hedef giritna sivîlan zêde dibin.
Îro li Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dijî êirşan çalakî hatin lidarxistin û bang li gel hate kirin ku bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li pêş dagirkeran bisekinin.
Çalakiyên gel yên ji bo şeremezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê dewam dikin.
Li Reqayê bi sedan ji şênî, şêx û rêspiyê Ereb û endam û nûnerên Rêveberiya Xweser tevlî çalakiya li bajar bûn.
Piştî ku çalakî veguherî mêtinê, gelek kes axivî û li dijî êrişan piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re nîşan dan..
Koçberên li Tebqayê: Em ê bi berxwedanê planên dagirkeran pûç bikin
Koçberên Kampa Mehmûdelî yên li bakur û rojavayê Tebqayê jî bi heman armacê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorê xwe hemû cureyên çekan li dijî gelê herêmê bi kar tîne, ev sûcên li dijî mirovahiyê ne.”
Tevgera Ciwanan a Dêrazor li dijî êrişan seferberiya giştî ragihand
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Dêrazorê jî bi daxuyaniyek seferberiya Giştî li dijî êrişên li ser Herêmê ragihand.
Ciwanan diyar kirin ku bi rihê şerê gel ê şoreşgerî û li ser şopa şehîdan ew ê li rex hêzên leşkerê QSD bersiva guncaw bidin.