Li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên dawî li navçeya Ranya û Mexmûrê çalakî pêk hatin.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê çalakî pêk hat û bi tundî êrişên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.
Di çalakiye de Tara Ibrahîm axivî û anî zimna hinek hêz û aliyên Kurd ji bo berjewendiyên xwe bûne sîxûr û hevkariya dewleta Tirk dikin.
Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî meşek pêk hat.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û bang li hemû Ciwanên Kurdistanê û yên li derveyî welat hat kirin ku êdî li kêleka gerîla cihê xwe bigrin.