Li herêmê tecrîda li ser Rêber Ocelan bi çalakiyan tê şermzarkirin.
Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derketin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.
Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê û Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xwepêşandanek li dar xistin.
Çalakî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û li taxa Nû ya Kobanê veguherî mêtingê.
Li wê derê, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn axivî û tecrîd bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û wiha got:
“Hêzên navneteweyî yên ku mafên mirovan îdia dikin di mijara Rêber Ocalan de xwe bêdeng dikin.”
Macîda Hesûn bang li gelê herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têbikoşin.



