Ji kêliyên ewil ên hilbijartina xwecihî yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve bêusûlî û binpêkirin jî dest pê kirin.
Ji bo ewlehî û şopandina hilbijartinê li gel namzetên DEM Partiyê ji gelek welatên derve şande jî hatibûn Bakurê Kurdistanê.
Şandeya Ewropî ya li navçeya Qileban a Şirnexê bûn, têkildarî binpêkirinan raporek amade kir û çavderiyên xwe vegotin.
Endamên şandeyê diyar kirin li şirnexê vîna gel hat desteserkirin û li Kurdistanê tevahî hilbijartinek ne adîlanê hat kirin.
Ji kêliyên ewil ên hilbijartina xwecihî yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve bêusûlî û binpêkirin jî dest pê kirin.
Li rexekî desthilata AKP-MHP’ê zêdetirî 46 hezar hilbijêrên “veguhestî” ku ji leşker û polîsan pêk dihat xwest bandorê li encamên hilbijartinê bike, li rexa din jî bi zext û rêbazên cuda xelkê Bakur ji sindoqê dûr bixe.
Ji bo ewlehî û şopandina hilbijartinê li gel namzetên DEM Partiyê ji gelek welatên derve şande jî hatibûn Bakurê Kurdistanê
Yek ji şandeyê ku ji endamên Partiya Çep a Ewropayê yên fransî, swîsreyî, almanî û lîdvanyayî pêk dihat kêliyên hilbijartinê şopandin.
Şandeya Ewropî ya li navçeya Qileban a Şirnexê bû, têkildarî binpêkirinan raporek amade kir û çavderiyên xwe vegotin.
Bajarê Şirnex yek ji cihên ku bêhiqûqî,listîk û hîle lê herî zêde hat kirin.
Şandeya Ewropî: Li Şirnexê vîna gel hat desteserkirin
Ji endamên şandeyê Zelal Zalatustra diyar kir li gorî çavderiyê ew li Şirnexê bûye şahida xespkirina vîna gel û ev agahî dan;
“Em li 7 dibistanan geriyan.
Li her dibistanekê bi dehan leşker ketin deriyên sereke yên dibistanan, deng dan û leşkeran zext li hilbijêran kirin.
Her wiha sindoqên dengdanê nehatin mohrkirin.
Ev jî tê wê wateyê ku her kêliyê dikarin deriyê wê sindoqê vekin û bigirin.
Zelal Zalatustra destnîşan kir ku desthilata AKP’ê bi vî rengî bi awayekî neheq û neadilane bi ser ket.
Şandeya Ewropî: Li Kurdistanê hilbijartineke ne demokratîk hat kirin
Derbarê mijarê de Endama şandeyê Sosin Sonnenberg jî çavderiyên xwe vegotin û anî ziman li Kurdistanê hilbijartineke ne demokratîk hat kirin.
Sosin Sonnenberg got:
Em çûn malên hin malbatan. Ji me re gotin ku zext li wan hatiye kirin, gef li wan hatiye xwarin û di bedela pereyan de jî dengê xwe dane AKP’ê.
DEM Partî 75 şaredarî ku ji wan 3 bajarê mezin û 7 bajarin dest xist