Cenazeyê 9 ciwanên ji Rojava ku li Cezarîrê xeniqîbûn îro gihiştin Lûbnanê

Cenazeyên kesên Sûrî ku li peravên Cezaîrê keştiya wan noqî avê bûbû, gihiştin Lûbnanê. Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Lubnanê eşkere kir ku 10 cenazeyên penaberên sûrî ku 9 ji wan ji bajarê Kobanê ne, wê werin girtin û ji bo warê wan werin şandin.

Ji kesên ku li ser riya koçberiyê jiyana xwe ji dest dane,9 kes ji Kobanê û yek ji Laziqiyê ber bi Berrûtê ve hatin şandin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebdûselam Ehmed diyar kir ku îro 10 cenaze ji Dewhayê tên Beyrûtê.

Li gorî Ebdûselam Ehmed, hejmara penaberên Sûriyê yên li Cezarîrê xeniqîne 12 kesin, lê tenê cenazeyê 10 hatin şandin û yên din wê piştre bên şandin.

Ji Lûbnanê wê cenaze ji bo Sûryê werin şandin.

Back to top button