Hêzên Îsraîlê piştî dorpêça 14 rojan ji nexweşxaneya Şifa vekişiyan

Şerê li Xezayê hindik ma şeş mehan li pey xwe bihêle.
Heta niha nêzî 33 hezar kes li bajêr hatine kuştin.
Tevî bangên agirbestê jî rojane şer dijwar dibe û encamên wê her diçe giran dibe.

Şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de 178 roj li pey xwe hişt.

Rojane li bajêr bi dehan kes tên kuştin û birîndar dibin û encama şer her diçe giran dibe.

Li Xezayê yek ji navendên şer derdora Nexweşxaneya Şifa ye.

Hêzên Îsraîlê bi sedema ku endamên Hemasê xwe spartine Nexweşxaneyê ji 18’ê Adarê ve dor lê girtibûn.

Hat ragihandin hêzên Îsraîlê nexweşxane bi temamî rûxandine û jê vekişiyane. Her wiha hate ragihandin di nava 14 rojên dorpêçê de zêdeyî 200 kes hatin kuştin.

Rayedarên Tenduristiyê yên Hemasê jî eşkere kirin nexweşxane bi temamî ji derveyî xizmetê maye.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê vekişîna xwe ya ji nexweşxaneyê û derdora wê piştrast kir.

Li Xezayê leşkerî din yê Îsraîlê hat kuştin

Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand roja şemiyê di şerê li Xezayê de leşkerî wan yê din hat kuştin.

Ji destpêkirina şerê li Xezayê re hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku hatin kuştin derket 255’an.

Netanyahû dîsa got ew ê li dijî Refahê operasyonê pêk bînin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû careke din ragihand ku ew ê li dijî Refahê operasyonê pêk bînin.

Netanyahû duh derbarê mijarê de daxuyanî da.

Netanyahû diyar kir tu tişt wê nikaribe operasyona li dijî Hemasê ya li Refahê bisekinîne û wiha got,

“Heta ku li dijî Refahê operasyona leşkerî neyê kirin li dijî Hemasê wê serketin neyê bidestxistin.”

Her wiha Netanyahû eşkere kir hêzên Îsraîlê li Nexweşxaneya Şifa ya li Xezayê zêdeyî 200 endamên Hemasê kuştine.

Rêveberiya nû ya Filistînê sond xwar

Rêveberiya nû ya Filistînê jî ji bo dest bi kar bike duh li pêşiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas sond xwar.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ku civîna yekemîn ya hikumetê lidarxist, ragihand ku wê rêveberiya nû ya Mihemed Mistefa xwedî wê erkê ye ku Rojhilatê Qudsê, Şerîa Rojava û Şerîda Xezayê bi rêve bibe.

Ebdul Fetah El Sîsî û Mehmûd Ebas hevdîtin pêk anîn

Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Misirê jî duh ragihand, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas hevdîtina bi telefonê pêk anîne.

Hat diyar kirin di hevdîtinê de li ser pêkanîna agirbestê û hewldanên derbaskirina alîkariyan ya ji bo hemû herêmên Xezayê niqaş hatiye kirin.

Li Îsraîlê bi hezaran kesî banga pêkanîna agirbestê kirin

Li aliyê din bi hezaran Îsraîliyan li navenda Qudsê xwepêşandaneke girseyî pêk anîn.

Di xwepêşandanê de Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû hate protestokirin.

Xwepêşandêran ji bo berdana dîl girtiyên li Xezayê yên di destê Hemasê de pêkanîna agirbestê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext kirin.

Di roja 174. ya şerê li Xezayê de 62 kesên din hatin kuştin

Back to top button