Di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk de Desteya Perwerde û Hîndekariyê, li sernaserî kantona Efrîn û Şehbayê semînerên têkildarî metirsiyên madeyên hişbir tên dayîn.
Semîneran 19’ê Adarê dest pê kir û dê hê berdewam bikin.
Mamosta zimanê Kurdî Rojbîn Cime têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna hişbirê divê gel û ciwan bi erka xwe rabin.
Rojbîn îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê û zêdekirina semînerên hişyarkirinê kir û got:
“Em ê encamên baş ji vê pêngavê bigirin.”
Her wiha xwendekarê bi navê Yûsif Şêxo anî ziman ku gava herî baş ku di nava civakê û bi taybet xwandekar û ciwanan de tê avêtin, ji bo pêşîgirtina hişbirê semîner tên dayîn û got:
“Hişbir metirsiyên wê li ser jiyana mirov û civakê pir in. Her wiha nexweşiyan jî çêdike.
Erka me ya sereke ye ku em civakê biparêzin.
Di destpêkê de jî ciwan û xwendekar bên hişyarkirin û divê pêşiya vê xetereyê bê girtin.