DEM Partî ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang kir

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan da zanîn ku li gorî girtekên bi îmzeya şil li Şirnex, Qers û Bedlîsê li pêş in û wiha got:
“Li van bajaran hejmartina dengan hêdî kirin.
We bi qeyûmên veguhestî nekarî bi serkevin, dev ji rêbazên cuda berdin.”
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir anî ziman ku ew ê destûr nedin faşîzma AKP û MHP’ê vîna gelê Şirnexê xesp bike.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên dawî yên hilbijartinê li navenda giştî daxuyanî da.

Ayşegul Dogan da zanîn ku li Qersê hezar û 200 dengan li pêş in lê şandina daneyan hatiye sekinandin û ev tişt anî ziman

“Em ji hilbijartina berê dizanin bê ka hêdî şandina hilbijartina tê çi wateyê.

Hewl didin têkçûna xwe bi vî awayî veşêrin.

Li Qersê çi diqewime? Em bi ferqekî mezin li pêş in. Li gorî girtekên bi îmzeya şil em hezar û 200 dengan li pêş in.

Ayşegul Dogan derbarê Şirnexê de jî ev agahî da:

Li Şirnexê jî hejmartina dengan hêdî kirine û li ber rawestînê ne.

Rêveberên me yên Şirnexê hatin binçavkirin û bi deha ciwan ciwan binçavkirin.

Navenda me ya Şirnexê bêyî sedemek hebe gaz avêtinê. Li rexekî sindoqên nehatine vekirin li rexa din jî li gorî girtekên bi îmzeya şil em li pêş in. Lê tevî vê yekê sindoq nayên vekirin.”

Berdefka Dem Partiyê dazanîn ne tenê şirnex û Qersê li Bedlîs, Colemêrg û navçeya Xelfetî a Rihayê jî heman rêbazê dimeşînin û got:

Li pey rêbazên cuda nekevin

Li Bedlîsê hejmartina dengan hatiye hêdîkirin. Li gorî girtekên bi îmzeyên şil em li pêş in.

Li Colemêrgê jî heman rewş heye.

Li gundê Ozmuş ê navçeya Xelfetî ya Rihayê dest danîne ser sindoqên.

Ji van sindoqan yek jê hatiye şewitandin û nahêlin her sêyên din bên vekirin.”

“Em ê destûr nedin ku vîna gelê Şirnexê were xespkirin”

Back to top button