Serokeşîrên Qiraniyan Xidir Hecî Mîrza bang li civaka Êzidî kir ku ji bo vegera Şengalê bila li benda derfetên hikumetê nemînin û got:
“Eger gelê me vegeriyan Şengalê wê bi serbilindî li malên xwe rûnên, lê eger dereng ma û venegeriya ew ê poşman bibin.”
Xidir Hecî Mîrza diyar kir ku di mijara vegerê de ya girîng helwest û biryara gel bi xwe ye.
Hecî Mîrza her wiha derbarê rewşa ewlehiyê ya Şengalê de jî balê kişand ser şerê taybet a li ser civakê tê meşandin û got:
“Ji aliyê ewlehiyê ve jî ti pirsgirêk nîne, Asayîşa Êzîdxanê şev û roj digere û hêza me ya YBŞ’ê jî heye.
Yên dibêjin ewlehî û aramî nîne dixwazin gelê me bixapînin.”
Serokeşîrên Qiraniyan Xidir Hecî Mîrza di dawiya axavtina xwe de wiha got:
“Li benda derfetên hikumetê nemînin.
Eger gelê me vegeriyan Şengalê wê bi serbilindî li malên xwe rûnên, lê eger dereng ma û venegeriya ew ê poşman bibin.”