Li Kurdistanê qeyûm hatin qewitandin û li Tirkiyê lihevkirina bajaran bi ser ket

Li Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin qewitandin din û li Tirkiyê jî lihevkirina bajran bi ser ket.Li gorî encamên nefermî, DEM Partiyê 75 şaredarî bi dest xistin ku 3 ji wan bajarên mezin in û 7 jî bajar in.
Li gorî daneyên DEM Partî jî 12 şarederî jî di encama dengên bi hilbijerên veguhestî de hatine desteserkirin.
Lê belê tevî hemû fen û zexta desthilata Tirkiyê jî gel biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de careke din nîşan da.

Li Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin qewitandin û li Tirkiyê jî lihevkirina bajaran bi ser ket.

Duh bi milyonan hilbijêr çûn ser sindoqan û rêveberiyên xwe ên herêmê diyar kirin.

DEM Partî 75 şaredarî ku ji wan 3 bajarê mezin, 10 bajar bi dest xist

Li gorî daneyan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî bi serkeftinek mezin 75 şaredarî bi dest xistin.

Tevî bi hezaran leşker û polîsên ku desthilata AKP’ê veguhestibûn bajarên bakurê Kurdistanê jî di sindoqan de vîna gel bi ser ket.

Desthilata AKP û şirîkên wê jî gelek şaredarî winda kirin û partiya muxalîf CHP jî gelek cih ji wan girt.

Li gorî encamên nefermî,

  • DEM Partiyê 3 şaredariyên bajarên mezin Amed, Mêrdîn, Wan, 7 bajaran Agirî, Êlih, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim, 58 navçeyan û 7 bajarokan bi dest xistin.
  • AKP’ê jî şaredariyên 12 bajarên mezin, 12 bajar, 356 navçe û 125 bajarokan bi dest xistin.
  • CHP’ê şaredariyên 14 bajarên mezin, 21 bajar, 337 navçe û 48 bajarokan bi dest xistin.
  • MHP’ê şaredariyên 8 bajar, 122 navçe û 54 bajarokan bi dest xistin.
  • Partiya Yenîden Refahê şaredariyeke bajarê mezin, ya bajarekî, 39 navçeyan û 19 bajarokan bi dest xist.
  • Partiya ÎYΠşaredariya bajarekî, 24 navçe û 4 bajarokan bi dest xistin.

12 şarederî di encama dengên bi hilbijerên veguhestî de hatin desteserkirin

Li aliyê din, li gorî daneyên DEM Partî 12 şarederî di encama dengên bi hilbijerên veguhestî de hatine desteserkirin.

DEM Partî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li 31 navendan wan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine.

Leşker û polîsên veguhestî doh li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Qers, Agirî û Îdirê bi rengekî komî deng dan û hatin kifşkirin.

Di encama vê yekê de 12 şarederiyên li deverên cuda bi dengên leşker û polîsên veguhestî hatine desteserkirin.

Lê belê tevî bi hezaran hilbijerên ku desthilata AKP’ê veguhestibûn bajarên bakurê Kurdistanê jî di sindoqan de vîna gel bi ser ket.

Back to top button