Birayê Abdullah Ocalan derbarê jiyan û tekoşîna wî de axivî

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan axivî.Mehmet Ocalan diyar kir ku mala Rêber Apo mala gelê kurd e û got:”Werin em di 4’ê Nîsanê de li dijî tecrîda girankirî bertekên xwe mezin bikin.”

Bi boneya nêzbûna 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêber Apo sala 1949’an li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, birayê wî Mehmet Ocalan li ser jiyana wî axivî.

Mehmet Ocalan: Abdullah Ocalan ji biçûkaniya xwe de di nava lêgerînê de bû

Mehmet Ocalan diyar kir ku serok di zarokatiya xwe de jî cuda bû û wiha dewam kir:

“Her tim lêgerîna xwe hebû.

Lêgerîna wî jî xwenaskirin bû.

Abdullah Ocalan di biçûkaniya xwe de her tim bi pirtûkan re mijûl bûye.

Pir nirx dida kedê. Tu carî qebûl nedikir ku tiştek berhewa biçe.

Fikir û amanên siyasetê yên Abdullah Ocalan li Enqereyê dest pê kiriye.”

Mehmet Ocalan: 4’ê Nîsanê li gundê amara li tecrîdê bertekan mezin bikin

Piştre Mehmet Ocalan bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê û ev tişt anî ziman:

“4’ê Nîsanê ji gelê kurd re rojeke mezin e. Rojeke ku hebûna kurdan e. Berê vê pergala dewletê zimanê me tune kiribû.

Me bi tirkî nedizanî bû, lê me nedikarî bêjin ku em kurd in.

Fikir û ramana Serok û hevalên wî em ji asta tunebûnê anîn asta hebûnê.”

Mehmet Ocalan di dewama axavtina xwe de îşaret bi tecrîda girankirî kir û got:

“Zêdetirî 3 salan in ku Ocalan li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye.

Ne em ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê pê re bikin.”

Mehmet Ocalan di dawiya axavtina xwe de bang li gelê kurd kir ku di 4’ê Nîsanê de biçin gundê Amara û li wir li dijî tecrîdê bertekan mezin bikin.

Back to top button