DEM Partî 75 şaredarî ku ji wan 3 bajarê mezin û 7 bajarin dest xist

Rengê hilbijartina xwecihî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku hêdî hêdî eşkere dibe.
Tişta ku xuya kir qeyûm ji Kurdistanê hatin qewitandin û gel li dijî gendelî, talan û xizaniyê hêrsa xwe nîşan dan.
Li gorî daneyan, DEM Partiyê 75 şaredarî bi dest xistin ku 3 ji wan bajarên mezin in û 7 jî bajar in.
Desthilata AKP û şirîkên wê jî tevî hemû dek û dolaban gelek şaredarî winda kirin û têk çûn.
Ji dervî wan DEM Partiyê ragihand ku 12 şarederî jî bi dengê hilbijerên veguhestî hatine desteserkirin.

Duh bi milyonan hilbijêrên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çûn ser sindoqan û rêveberiyên xwe ên herêmê diyar kirin.

Bi giştî 34 partiyên siyasî, li ser 207 hezar û 848 sindoqan ketin pêşbirkê.

Û 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên qeydkirî ketin hilbijartinê.

Li gorî daneyên ne teqez, rêjeya tevlîbûna hilbijartinên bajarên mezin ji sedî 78,11 bû.

Li gorî encamên nefermî,

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî bi serkeftinek mezin bi giştî 75 şaredarî bi dest xistin.

DEM Partiyê 3 bajarên mezin Amed, Mêrdîn, Wan jî di nav de şarederiyên 7 bajaran Agirî, Elih, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim, 58 navçeyan û 7 bajarokan bi dest xist.

Di hilbijartinên bajarên mezin de ji 30 bajaran CHP’ê 14, AKP’ê 12 û YRP’ê jî yek bi dest xist.

Desthilata AKP-MHP’ê têk çû: Rengê nexşeyê hat guhertin

Di hilbijartinên şaredariyên bajaran de ji 44 şaredariyan CHP’ê 18, AKP’ê, 9, MHP’ê 8, BBP’ê 1, Partiya Îyî 1 û YRP’ê jî 1 şaredarî bi dest xist.

Ji 878 şaredariyên navçeyan jî AKP’ê 324, CHP’ê 322, MHP’ê 110, YRP’ê 37, Partiya Îyî jî 23 bi dest xist.

Li gorî hilbijartina berê ya xwecihî desthilata AKP û şirîkên wê jî tevî hemû dek û dolaban gelek şaredarî winda kirin

Partiya muxalîf CHP’ê jî gelek cih ji destilatê careke din girtin û rengê nexweşeyê ya desthilatê têkçû.

DEM Partî: 12 şarederî bi dengên hilbijerên veguhestî hatine desteserkirin

Li aliyê din, li gorî daneyên DEM Partî 12 şarederiyên ku wan bidestxistine bi dengên hilbijerên veguhestî hatine desteserkirin.

DEM Partî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li 31 navendan wan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine.

Leşker û polîsên veguhestî doh li Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Qers, Agirî û Îdirê bi rengekî komî deng dan û hatin kifşkirin.

Di encama vê yekê de 12 şarederiyên li deverên cuda bi dengên leşker û polîsên veguhestî hatine desteserkirin.

Li Kurdistanê qeyûm hatin qewitandin din û li Tirkiyê jî lihevkirina bajaran bi ser ket

Lê belê tevî hemû fen û zexta desthilatê jî rastiya ku derket gel li dijî gendelî, talan û xizaniyê hêrsa xwe nîşan da.

Bi vê yekê re qeyûm ji Kurdistanê hatin qewitandin din û li Tirkiyê jî lihevkirina bajaran bi ser ket.

Back to top button