Li Efganistanê teqîn: 9 zarok mirin

Li Efganistanê ji ber teqîna ji dema şerê bi Yekîtiya Sowyetê mayî, 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Daîreya Agahî û Pêşvebirinê ya wîlayeta Gaznî Hamîdûllah Nîsar ragihand ku mayîna ji dema dagirkeriya Rûs ve mayî teqiya û di encamê de 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsên Gaznî diyar kirin ku zarokên li navçeya Gerû jiyana xwe ji dest dan di navbera 4 û 10 salî de bûn û pênc jê keç, çar jî kur bûn.

Roja Yekşemê li bajarê Heratê jî di encama teqîna teqemeniyekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, pênc jî birîndar bûn.

Li Efganistanê ku zêdeyî çil salî şerekî giran lê dewam kir, bûyerên teqîna teqemeniyan gelek caran rû didin.

Artêşa Sowyetê di Kanûna 1979’an de Efxanistan dagir kiribû û piştî şerekî zêdeyî neh salan di Sibata 1989’an de vekişiya bû.

Back to top button