Li Iraqê êrîşên balafirên bê mirov

Erîşên balafirên bê mirov li ser axa Iraqê zêde dibin.
Bi taybetî herî zêde dewleta Tirk li ser heremê bi balafirên bê mirov êrîşan pêk tîne.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Yasir Eskender diyar kir ku wê êrişên bi rêya balafirên bê mirov bikeve rojeva parlamentoya Iraqê û got; “Ji ber ku ev êriş li ser asayîş û ewlekariya Iraqê metirsiye, êdî sîstema parastina hewayî ji bo Iraqê pêwîstiyek stratejiye.”

Li Iraqê êdî li nav gund û bajaran de dewletên ku bixwazin êrişên hewayî pêktînin, bi taybet jî bi rêya balafirên bê mirov û bi çek êriş pêktên.

Herî zêde jî li Iraq û herêma başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov û bi çek êrişan pêk tîne.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Yasir Eskender derbarê civînek parlamentoya Iraqê ya li ser êrişên balafirên bê mirov, ji medya Iraqê re axivî.

Iraqê di parlamentoyê de êrîşên balafirên bê mirov bixe rojevê

Yasir Eskernde anî ziman wê mijara êrişên bi balafirên bê mirov yên li ser Iraqê, bikeve nav bernameya karê civîna bê ya parlamentoya Iraqê û wiha got;

“Pêşniyarên ku di civîna parlamentoyê de bên kirin, wê radestî serokwezîrê Iraqê were kirin.”

Yasir destnîşankir ku balafirên bê mirov yên li ezmanê Iraqê digerin û bombebaran dikin, metirsîne û dibin sedema gefek raste rast ya li ser asayîş û aramiya welat.

Yasir dibêje;

“Ji ber ku sîstemek pêşketî ya parastina hewayî nîne, ev balafir nayên diyarkirin ku yên kîjan welatîne û êrişên xwe pêktînin.

Êdî hebûna sîstemek pêşketî ya ezmanî, ji bo asayîşa nîştimanî ya Iraqê bûye pêwîstiyek stratejî.”

Back to top button