Azerbeycan: Ermenistan leşkeran li ser sînor kom dike

Rageşî û tevgera di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de didome.
Azerbeycanê ragihand artêşa Ermenistanê leşkeran li ser sînor kom dike.

Derbarê mijarê de Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Di van demên dawiyê de li hêrêmên cuda yên ser sînorên her du welatan, artêşa Ermenistanê di nava tevgereke zêde de ye û leşkeran kom dike.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin hêzên ku dixwazin tolê hilînin û gefa şer li Azerbeycanê dixwin hê zêde çalak bûne, gotinên êrişkar û hêjmara nûçeyên provakatîf zêde bûne.

Her wiha hate diyar kirin artêşa Azerbeycanê wê bersiva hemû hewldanên provakasyonan yên artêşa Ermenistanê bide û hate gotin, “berpirsyariya zêdekirina wê rewşê ya Ermenistanê û hêzên li pişt wan e”.

Back to top button