Hişmendiya hevpar a Tirkiye û DAIŞ’ê di vekirina Ayasofyayê de jî xuya kir

Bi şûr xutbe xwendin gelo çiqas rast e û tê çi wateyê?
Duh Erdogan û hevkarê wî Bahçelî li Dêra Kirîstiyanên Ortadoks a bi navê Ayasofya, ku berê mûze bû û niha veguherandine mizkeftê, yekem car nimêj kir.
Serokê Karên Diyanetê yê Tirk Eli Erbaş, bi şûr derket mîmberê û xutbe xwend.
Oldar Îhsan Elî-açik derbarê mijarê de diyar kir ku di ola îslamê de, xwendina xutbeyê bi şûr nîne.

Faşîzma AKP’ê ya ku di nava civakê de, ji ber polîtikayên xwe bûye cihê hêrsê, vê carê Muzeya Ayasofya veguherand mizgeftê.

Erdogan û hevkarê wî Bahçelî li Dêra Kirîstiyanên Ortadoks a bi navê Ayasofya, ku berê mûzebû kirin mizgeft û doh yekem car lê nimêj kirin.

Erdogan di demeke ku ji ber coronayê qaşo ku çênabe 2 kes werin gel hev hemû alîgirên xwe duh li Ayasofya komkir û li wir nimêja înê kir.

Di dema nimêja înê de dîmenek balkêş li ser hemû televîzyonên dewleta Tirk xuyakir.

Ev dîmen dîmenê Serokê Karên Diyanetê yê Tirk Eli Erbaş bû.

Elî Erbaş qaşo serokê diyanetêye û erka wî li Ayasofyayê meletî bû. Lê Erbaş wek ku Stenbol fetih kiriye, bi şûr derket li ser mîmberê.

Ev dîmen yek ser dimenê Serçeteyê DAIŞ’ê Baxdadî dema bi şûr, li ser mîmberê ku li mizgefta Nurî ya Musilê xelîfetiya xwe ragihand anî bîra mirov.

Doh jî Serokê diyaneta dewleta Tirk weke ku xelîfetiya Erdoxan radigîhîne bi şûrê xwe derket ser mîmbera Ayasofya yê û xutbe da.

Gelek siyasetmedar, rojnamevan ev dîmen weke Erdogan xwe xelîfeyê Îslamê dibîne û wek peymeke ji bo berdewamiya xeta DAIŞ’ê şîrove kirin.

Di dîmen de jî xuyaye ti cûdahî di navbera rêbazê Serokê Diyanetê yê Tirk Alî Erbaş û Baxdadî de tineye.

Bi şûr çûyîna wan a li ser mîmberê, meşa wan, hal û hareketê wan, hişmendiya wan wekheve, tenê ya cûda ew bu ku cilê yekî reş bû yê din jî spî bû.

Derbarê vê mijarê de Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik bi şûr xwendina xutbeyê ya serokê diyaneta Tirkiyê li Ayasofyayê wiha pênasekir:

“Di quranê de bi şûr xwendina xutbeyê nîne.

Kesên wisa ji ber hişmendiya xwe ya siyasî rê û rêbazên xutbeya înê jî digûherînin.

Ev çanda bi şûr xutbe xwendin di dema Fîrewînên Misrê û Çeteyên Mogolî de heta îro hatiye.

Li gor hişmendiya wan şûr sembola fetih kirin û dagirkirinê ye. Di vir de di heman wextê lixwemikurhatinek heye.

Eşkere dibêjin Ayasofya ku me bi şûr, komkujiyan dagirkiriye, em nadin kesî.

Îhsan Elî açik dibêje ku ev rêbaz gelek xetere û diyar kir ku divê li hemberê vê hişmendiya xeter tedbîr werin girtin.

Back to top button