4 Mûşekên Katyûşa li baregeha leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ketin

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Artêşa Iraqê diyar kir ku duh 4 mûşekên Katyûşa li baregeha Besmaya ya Koalîsyona Navneteweyî ketin.

Şaneyê diyar kir ku ev mûşek ji herêma Dayîniya ya parêzgeha Diyalayê hatin avêtin.

Şaneyê her wiha da zanîn ku mûşeka yekem li embara mertalan û ya duyem jî li kerevaneyên foca parastina leşkergehê ketin û her du mûşekên din li qadeke vala ketin.

Li gorî agahiyan, ziyanên madî tenê çêbûn.

Amerîka, êrîşên katyûşa bi komên çekdar ên girêdayî Îranê ve girê dide.

Heta niha aliyê tawanbarkirî, berpirsiyariya avêtina mûşekan negirtiye ser xwe.

Koalîsyona Navneteweyî baregeha Besmaye radestî artêşa Iraqê kir

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro baregeha leşkerî ya Besmaye ku dikeve başûr-rojhilatê Bexdayê, radestî artêşa Iraqê kir.

Ji ber ku hêza xurt a DAIŞ’ê hat şkandin, Koalîsyona Navneteweyî jimara hêz û baregehên xwe yên li Iraqê kêm dike. Baregeha Besmaye ya heftemîn e ku ji artêşa Iraqê re hat radestkirin.

Back to top button