Bi salvgera serketina Berxwedana Kobanê, li gelek deveran daxuyanî hatin dayîn

Bi boneya salvgera serketina Berxwedana Kobanê û têkbirina plana êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê, li gelek deveran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de Berxwedaniya Kobanê û têkbirina êrişa çeteyên DAIŞ’ê hate pîrozkirin û bang li civaka navnetewî hate kirin ku ji bo çareserkirian pirsgirêka DAIŞ’ê gavên cidî bavêjin.

Di 26’ê Çileya 2014’an saet 3 kêm 10 deqe bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin,

Heman rojê û saetê de hêzên QSD’ê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Girtîgeha Xiwêranê têk bir.

Meclisa Kantona Efrînê bi vê boneyê li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdes a Şehbayê daxuyanî da.

Meclisê berxwedana Kobanê weke berxwedana destanî bi nav kir û got, “Serketina Berxwedana Kobanê destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê bû ku li Baxozê bi girtina bi hezaran çeteyan tacîdar bû.”

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tola têkbirina DAIŞ’ê hilîne piştgirî da êrişa çeteyan a li Hesekê lê hêzên QSD’ê ev plana wan têk bir.

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku ji xaka Sûriyê derkeve.

“Her ku Rêveberiya Xweser pêş dikeve, êriş û planên dijmin zêde dibin”

Meclisa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi pêşketina projeya Rêveberiya Xweser re êriş û planên dijmin zêde dibin û êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê mînaka wê ye.

Meclisê serketina dijî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ku hemwextî salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê li gelên herêmê pîroz kir.

Ciwanên Reqayê: Em amade ne li hember hemû êrişan xaka xwe biparêzin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî dan û salvegera rizgarkirina Kobanê û têkbirina plana êrişa çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê pîroz kirin.

Ciwanan li dijî hemû cure êrişên li ser herêmê soza bilindkirina têkoşînê dan.

Back to top button