Li Asya û Ewropa 8’ê Adarê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin

Jin li ser asta cîhanê jî di roja 8’ê Adarê de herikîn qadan.
Li Asya û Ewropa jinan ji bo parastina mafê xwe li qadan bûn.
Cil û berg, welat, ziman û çand dibe cuda bin, lê daxwaz yek bû.
Ew jî wekheviya zayendî û aştî bû.

Ji bo jinan 8’ê Adarê nûnertiya maf, wekhevî, azadî û hevgirtinê dike.

Bi vê armancê jin careke din di vê rojê de li qadan bûn.

Yek ji birîna Tirkiyê ya bi salane xwîn jê diherike, bêedaletiya di wekheviya zayendî de ye.

Jinên li Stenbolê kom bûn, careke din bi daxwaza wekheviyê dengê xwe bilind kirin.

Li Lubnan e jî kuştina sivîlan li Xezayê hat şermezarkirin.

Li paytexta Tayland Bongkokê jinan bi rengê cilên gelirî yên welat li xwe kirîn li ber derê koşka serokomariyê kom bûn.

Jinan daxwaza sererastkirina qanunên têkildarî wan yên dema dayîkbûna zarokan kir.

Li paytexta Pakistan Îslamabad jî, jin li qadan bûn.

Jinan bi pankartên di destê xwe de bilind kirîn, piştevaniya Filistînê kirin.

Li Endonezya jinên li navenda Jakartê li hev kombûyîn, bi mitîngekê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Li Koreya Bakur di 8’ê Adarê de gulên sor hatin kirîn.

Li paytext Pyongyangê kesên ku gul kirîn, berê xwe dan cihên şahiyan.

Welatiyên Koreya Başûr jî, ji bo pîrozkirina rojê li Seulê daketin qadan.

Yek ji welatên Ewropa yên pîrozbahiya rojê lê pêk hatî jî Spanya bû.

Li peytext Madrîd du meşên girseyî ji aliyê jinan ve pêk hatin.

Jinên li paytexta Fransa Parîsê kom bûn jî careke din daxwaza aştiyê kirin.

Dema komên alîgirê Îsraîl û Hemasê hatin pêşberî hev pevçûn derketin.

Li Brukselê bêtirî 10 hezar jin jî bi mîtîngekê li hev kom bûn.

Jinan di çalakiyê de gotin, hîna li Belçîka û seranserê cîhanê mafê divê bidest bixin heye.

Li parzemîna Afrîka jî heman dimen hebûn.

Jinên cihû yên li Afrîkaya Başûr li dijî polîtîkayên dîlgirtiyan ya navbera Hemas û Îsraîlê bertek nîşan dan.

Li Parzemîna Amerîka Jin di 8’ê Adarê de ji bo mafê xwe li qadan bûn

Back to top button