Amerîka li Sûriye êrişî çekdarên Îranê kir

Amerîka bi dijwarî êrişî komên Îran yên li Sûriyê dike.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagonê ragihand ku li cihekî bûyî armanca êrişan, navendek ya perwerde û tunelek bû.
Pentagonê ragihand ku ev êriş bi fermana Serokê Amerîka Biden pêk hatiye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li Sûriyê li dijî komên nêzî Îranê êrîşên hewayî pêk anî.

CENTCOM’ê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal X wiha got:

“Amerîka wê parastina xwe, xebatkar û berjewendiyên xwe bidomîne.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Pentagonê piştrast kir ku ev êrişên wan bersivdayîna êrişên çekdarên Îranê yên li ser hêzên wanin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji hedefên ku hatine xistin tesîseke perwerdeyê û ya din jî stargeh bû.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniyeke cuda de ragihand ku êrîş bi fermana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA Joe Biden hatiye kirin.

Austin wiha got:

“Ji bo Serokê DYA’yê ji ewlekariya xebatkarên DYA’yê girîngtir tiştek din tine.

Ev çalakî bi zelalî nîşan dide ku DYA wê xwe, karmaend û berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêze.”

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên bi rokêt û balafirên bêmirov li dijî artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê zêde bûn.

Ji 26’ê Cotmehê ve hêzên Amerîka li Sûriyê 3 êrişên asmanî pêk anîn.

Di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de, li Sûriyê derdora 900 û li Iraqê jî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê êrişî çekdarên Îranê kir

Back to top button