Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê êrişî çekdarên Îranê kir

Amerîka di nava çand hefteyan de, cara duyemîn li rojhilatê Sûriyê êrişî çekdarên Îranê kir.
Balafirên şer yên Îsraîlê jî êrişî navenda depoyên çekdaran yên li başûrê welat kir.
Di êrişan de 9 kes hatin kuştin.

Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Îngilîstanê ye Ramî Ebdulrehman di daxuyaniya xwe ya ji AFP’ê re got,

“Di êrîşên Amerîkayê yên li ser cihên komên alîgirên Îranê de 9 kes, hatin kuştin.”

Ebdurlrehman diyar kir ku di êrişê de balafirên Îsraîlê jî cih girtin e.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin ragihand ku, hêzên wan roja Çarşemê li Sûriyê li dijî “navenda depoya çekan” a girêdayî Îranê, weke bersivekê li hember êrîşên li dijî karmendê wan, êrişek pêk anîne.

Karbidestê Pentagonê di daxuyaniyekê de got:

“Hêzên leşkerî yên DYA’yê li rojhilatê Sûriyê li hemberî herêmeke ji aliyê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî û komên wê, êrîşeke xweparastinê pêk anîn.”

Austin got, “Ev êrîş ji aliyê du balafirên F-15 ên Amerîkî ve li dijî tesîsa depoya çekan hatiye kirin.”

Şefê Pentagonê diyar kir ku ev êrîş “bersiva êrîşên li dijî xebatkarên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê ye.”

Artêşa Amerîkayê hêzên Îranê ji êrîşên li ser baregehên DYA’yê berpirsyar dibîne.

Bi şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribû, êrîşên li ser baregehên DYA’yê zêde bûne.

Beriya niha Pentagonê ragihandi bû ku di êrişê 17’ê Cotmehê yên li Sûrî û Iraqê li dijî hêzên wan pêk hatî de, 45 leşker û karmendên wan birîndar bûne.

CENTCOM: Me li Sûriyê êrişî hêzên Îranê kir

Back to top button