CENTCOM: Me li Sûriyê êrişî hêzên Îranê kir

Wekî bersiva li dijî hêzên wê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku wan li Rojhilatê Sûriyê êrişeke esmanî li dijî hêzên girêdayî Îranê pêk aniye.

CENTCOM’ê diyar kir ku 8’ê mijdarê operasyon li devereke Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê pêk aniye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayî jî Lloyd Austin got ku ev operasyon bersiva êrişên li dij leşkerên Amerîkî ye û tê de depoyeke çekan bûye armanc.

SOHR: 9 kesên girêdayî Îranê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir ku di vê êrişa ku li Dêra Zorê pêk haitye de, 9 kesên girêdayî Îranê hatine kuştin.

Pentagon: Li Sûriye û Iraqê 45 leşker û karmendên me birîndar bûne

Back to top button