Li kampa Holê birîndareke şewata hefteya borî jiyana xwe ji dest da

​​​​​​​Hefteya borî şewat li Kampa Holê derketibû. Hingî ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 birîndar bûbûn. Duh birîndarek ji wan jiyana xwe ji dest da. 

Li beşa 4’emîn a kampa Holê hefteya borî şewatekê rû da bû.

Di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest dabû û 3 kesên din birîndar bûbûn.

Yek ji wan birîndaran jineke ciwan a 18 salî bû.

Ji hingî ve li nexweşxaneya Hesekê dihat dermankirin, lê ji ber birîna wê ya giran wê jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vî awayî di encama vê şewatê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn.

Kampa Holê ji kampên herî metirsîdar ên li cîhanê ye.

Her carê li kampê bi awayekî agir bi konên li kampê tê xistin û mirov jiyana xwe ji dest didin.

Li hember vê rewşê civaka navnetewyî ti helwestê nîşan nade û rewşa kampê paşguh dike.

Niha li Kampê 57 hezar û 460 kes hene ku piraniya wan Sûrî û Iraqê ne û hemwelatiyê 64 welatan e.

Back to top button