​​​​​​​Endamên PYD’ê yên Helebê: Bi xweparastinê em hebûna xwe diparêzin

Endamên PYD’ê yên Helebê da zanîn bêyê xweparastinê ti wateya jiyanê nîne û li hember êriş, dagirkeriyê divê parastina cewherî were xurtkirin. 

Endamê rêveber ê PYD’ê ya şaxê Helebê Elî Mistefa bal kişand ser girîngiya xweparastin û got:

“Xweparastin pêdiviyek e û girîngiya wê di dabînkirina ewlehiya herêmê de bi rêya rêxistinkirina gel heye.

Digel rewşa heyî, divê em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî parastina xaka xwe bikin”

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Roşîn Mûsa jî teqez kir ku li hember êrişên li ser herêmê bi taybet li dijî gelê Kurd pêdivî bi xweparastinê heye, divê gel xwe bispêre rêgeza xweparastinê da ku bikaribe destkeftiyên xwe biparêze.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko da zanîn ku xweparastin ji xalên bingehîn ên jiyanê ye û got:

“Bêyî xweparastinê jiyan tune ye.”

Back to top button