Serokwekîla koma HDP’ê di qezayeke trafîkê de birîndar bû

Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di qezayeke trafîkê de birîndar bû.

Duh li navçeya Gogsî (Qereyazî) ser bi parêzgeha Erzeromê Meral Daniş Beştaş qezayek derbas kir.

Li gor agahiyên destpêkê rewşa wê girane.

Hatiye ragihandin ku di otomobîlê de rêveberekî partiyê jî hebûye û bi şofêr re bi giştî 3 kes bûne.

Her wiha li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûne cihê bûyerê.

Her 3 kesên birîndar ji nav otomobîlê hatine derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê hatine şandin.

Back to top button