Almanya 2 santralên nukleerî bo karanînê di rezervê de dihêle

Di demekî ku li nava Ewropa krîza enerjiyê kur dibe de, Almanya ji biryara girtina santralên nukleerî poşman dibe. Wezîrê Aborî yê Almanya Habeck ragihand ku ji bo pêşîgirtina li krîza enerjiyê wê du santralên nukleerî heta biharê di rezervan de bimînin.
Hemwextî vê yekê OPEC ê biryar girt ku wê rêjeya derxistina petrolê kêm bike.

Li nava welatên Ewropa ku enerjiya xwe ji Rûsya dikirîn, niha bi zehmetiyan re rûbirî ne.

Welatên Ewropa yên ku santralên xwe yên nukleerî girtibûn, niha poşmaniya vê yekê dijîn.

Herî dawî hikumeta Almanya biryara girtina 2 santiralên nukleerî paşxist.

Hikumeta Alman ev gava xwe jî bo peydakirina pêwistiyên elektirîkê pêk bîne nîşan da.

Li ser mijarê Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê Robert Habeck îro li Berlînê daxuyanî da.

Robert Habeck, analîza ewlehiya enerjiyê ya ku li ser fermana Wezareta Aboriyê ji hêla şirketên dabînkerê elektrîkê ve hatî amadekirin eşkere kir .

Habeck diyar kir ku li gorî encamên vê analîzê, zivistana 2022-2023’an di pergala elektrîkê de rewşek krîzê “ne mimkûn e”.

Lê tevî vê jî îhtîmala krîzê nayê “jibîrkirin”.

Wezîrê Alman anî ziman ku di warê elektirîkê de, wan tevdîrên pêwist girtine û got;

Lê ji ber êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna di warê enerjiyê de pirsgirêk heye.

Santrala nukleerî ya Emslandê ya ku hê jî li Almanyayê dixebitî, wê di dawiya sala 2022’an da wek ku hatibû plankirin bi dawî bibe.

OPEC+ ji bo nirxê petrolê kêm nebe biryar girt hilberîna petrolê kêm bike

Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin û Rûsya (OPEC+) ji bo ku rê li ber daketina nirxan bigire li hember fikarên kêmbûna aboriya cîhanê biryar dan ku hilberîna petrolê kêm bikin.

Bi vê biryarê re, hilberînerên petrolê wê di meha Cotmehê de rojane 100 hezar bermîlan hilberînê kêm bikin.

Ev mîqdar ji sedî 1’ê daxwaza gerdûnî ya meha Cotmehê ye.

Endaman her wiha li hev kirin ku ger bêîstîqrarî dewam be, serokê OPEC ê Erebistana Siûdî wê civînek awarte li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye ger rewşek awerte der nekeve civîna endamên OPEC wê di 5’ê Cotmehê de pêk were.

Back to top button