Şêniyên Minbicê bang li CPT kirin ku rewşa Rêber Apo zelal bikin

Şêniyên Minbic û Dêrazorê bi çalakiyê cuda banga rawestandina êrişên li ser herêmê û zelalkirina rewşa rêber Ocelan kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbicê li dijî tecrîdê xwepêşandanek li dar xist.

Çalakî ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li Lîstikgeha 4’ê Nîsamê veguherî mêtingê.

Li vir, cîgirê hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Minbicê Salih Cefel axivî.

Cefal diyar kir ku ew ê ji bo azadiya rêber Apo têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Salih Cefel daxwaz ji CPT û rêxistinên mirovî kir ku derbarê rewşa rêber Apo de agahiyekê bidin.

Şêniyên Dêrazorê banga rawestandina êrişên li ser herêmê kirin

Şêniyên bajarokê Cezaa yê Dêrazorê jî li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û tecrîda li dijî Rêber Apo xwepêşandanek li dar xistin.

Piştî ku çalakî veguherî mêtingê, li ser navê Meclisa herêma rojava ya Dêrzoarê daxuyaniyek hat dayîn..

Hat diyarkirin ku ku êrişên deweleta Tirk li dijî herêmê bi armaca têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.

Her wiha bang li hêzên cîhanî kir ku êrişên li ser hêrêmê û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin.

Back to top button